Bîstanberdan
Merheba ji wer canik û camêrno. Perçeyekî erdê me yê ji bavê mayî heye. Ev çar sal e me li wî erdî darên fisteqa danî. Îja ji ber ku kolandina bîra avê biha bû û ji ber ku Dedaşê ti tahm ji cotkara nehiştiye me sondaj li erd nexist. Darên me du salan bê av bû û tenê bi kulpikkirinê xwe xelas kir. Lê kî digihaşt min digotin, ma dar bê av dibe. Rabû, min û yekî li hev du kir bo ku bîstan li nav dara dayne. Bazara me ev bû; wê bîstan li nav dara dayne û cot û avdana hebe li wî û ji qezanca bîstan sedî heştê para wî û bîst jî para min be.
Timaya min ev bû ku bi bîstan re darên min jî were avdan. Ev du sal e bi vî hawî me bîstan danî. Lê gava meriv bêsiûd be her tişt çep digere. Sala par şirîgê min bo ku mêwê bîstîn derman nekir giş kurm ketê û hişk bû, ez jî ji avdana xwe bûm. Me go îsal em xwedî ceribîne û rabû me dîsa bîstan danî, lê xwezî bi sala par. Ji ber ku erdê me dûrî me ye, em her tim nikarin herin nav. Gava min pale girtin û birin bo dara kulpik bikin lo bavoo ez çi bibînim. Ji pel û pincar, gîha û gelaşê ne dar û ne jî bîstan xuya dike. Tu nabê şirîgê min timayî kiriye û erd cot û eşêv nekiriye. Pale jê tirsiyan û gotin, ma em ê ka ku kulpik bikin. Ev ne karê deh paleyan e, karê sed paleyî ye. Ez li ber wan geriyam û min go; heyra em erd gişî kulpik nakin. Hema dora dara tenê bes e. Bi serê we yî delalî heta min wan qanî kir çavên min derket.
Bê dilê xwe qebul kirin. Rabû min telefonî şirîgê xwe kir. Min go ev çi hale. Devê xwe bir anî. Gava ji min pirsî û go; niha tu çi dikî li ser êrd? Çawa min go, min pale aniye bo kulpikkirinê go haho nekevin nav erd. Û go, bo ku kîvroşk dikevin nav bîstîn min feqa kuçika vedayî. Min pale sekinandin û min go zû were. Gava hat min û wî nîqaş kir. Min go, kuro ma tu ji meriv re nabêjî min feq vedayî. Qey tu dixwazî belayek ji me re çê bibe. Wey la kîvroşk serê te xwaro ma ne feq di me de biteqiya xelasiya me tune bû. Îja rebenê paleyan nema biwêrîbûn kulpik bikirina lo.
Belê, piştî me mijara feqê qedand min doza erd û halê erd lê kir. Min go; kuro hela dev ji min berde ma tu xwe jî nefikirî. Te mêwê bîstîn danî, te cot kir, te derman kir û te ewqas mesref lêkir ka ev çi hal e. Bi qelsî go, wele wer çêbû. Û go, niha tiştê gihaştiyê em ê biçinin û em ê bîstan berdin. Min jî go, heyra te çi çinî ji min re ne lazim e. Tenê tu pîştî çinînê erd cot bike û vî gelaşî rake. Piştî me wer li hev du kir da rê û çû. Gava ez li paleyan vegeriyam min dît ku hema ber dara xêz kirine û çûne. Min ba serkar kir û min go, ma kulpikkirin wiha ye! Hat li rewşê nêrî û go, hin ji paleyan nezan in nizanin wê çawa bê kulpikkirin. Cara ewil e hatine. Min go, qey ev jî qirdê min e. Şirîgê min li hêlekê hûn li hêlekê.
De were û kirasê xwe nebê çîr û neqetîne. Rabû yê ku xweş çênekiribûn lê vegeriyan û serînûv de kulpik kirin. Ji malê re serkar jî hatiye qaşo kulpikê paleyan raçav bike lo. Ji ber siya ereba xwe ranebû û ew kar jî ma di hustiyê min de. Xelk û alem gava derin nav erd û zeviyên xwe bêhna wan fireh dibe, yên min bêhna min teng dibe.
Belê, bi delka be jî me kulpikdan qedand. Her çiqas kulpikdana wan bê dilê min be jî me gîha û gelaşa dora dara piçkî sivik kir. Ev pincarê ku di nav erd de har bibû belaya şirîgê min bû. Bo wê berî ku em ji nav erd derkevin min ji paleyan re go, heta hûn karibin ji bîstan ji xwe re zebeş û kundira jê kin. Wele wan jî texsîr nekirin û heta karîbûn rahlêne çinîn. Û ox xweş kirin. Dilê min li şirîgê min rehet kirin.
Yazının Türkçesini buradan okuyabilirsiniz.